Senetorên Emerîkî: Sebra me ji bo dewleta Tirk qediyaye

Senetorên Komarparêz û Demokrat yên Emrîkî li dijî tirkiyê name ji wezîrê derve yê Emerîka re şandin û jê xwestin cezayan li ser tirkiyê bibrin.
Senetorê partiya komarparêz Lindsey Graham û Senetorê ji partiya Demokrat Chris Van Hollen ji ber kirîna dewleta tirk ya sîstema parastina Rûsî ya S 400 xwest cezayan lê bibire.

Senetoran diyar kirin ku ger dewleta tirk neyê cezakirin, ev yek wê ji bo hinek welatên din jî nişaneyên metirsîdar bi xwere bênin.

Pêşniyara hati kirin bi rêya nameyeke ji bo wezîrê derve yê Emerîka Mike Pompeo hate şandin.

Di nameya ku ajansa Reuters bidest xistî de wiha tê gotin:

“Dema sebrê zûde derbas bûye.

Niha dema pêkanîna qanûnê ye.

Pêkneanîna vê ji bo welatên din jî wê encamên pir xerab bi xwere bêne.”

Leave a Reply

Back to top button