2 Leşkerên Rejîmê jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî nuqteyên rêjîma Sûriyê li gundeke Eyn Îsayê kir. Di encamê de 2 leşkerên rêjîmê jiyana xwe ji dest da.
Dagirkeriya Tirk bi tankan li nuqteyek leşkerên rejîmê yên li gundê Hêmira Mezin ê Eyn îsa xistin.
Di encamê de 2 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên rejîmê bi obusan bersivê da û li gorî agahiyan di bersivdayînê de fermandarekî Tirk li gundê Ebû Xiriza birîndar bûye.
Her wiha Artêşa Tirk û çeteyên wê sernserî gundewarên rojavayê Girê Spî bi dirêjahiya 15 km bi obus û hawinan topbaran kirin.
Gundê ku herî zêde jî topbarana dagirkeriyê zirer dîtin jî gundên Xirbet Faris û Kefîfayê ne.
Şervanên QSD û hêzên rejîma Sûriyê jî di çarçoveya parastina mafê rewa de bersiva êrîşan da.
QSD: 5 ÇETE HATIN KUŞTIN Û HEJMAREK JÎ BIRÎNDAR BÛN
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê encamên şer ên 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku li êniyên Til Temir û Eyn Îsayê artêşa Tirk ji bo herêmên ku dagir kirine berfireh bike êrîşên xwe didomîne.
QSD’ê ragihand ku di şerê van herêman de 5 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button