KCDK-E: BILA HER KES SIBE DAKEVE KOLANAN Û DEWLETA TIRK TEŞHÎR BIKE

Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa jî bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna çalakiyên ku sibe werin lidarxistin kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha dibêje:

Dewleta Tirk di êrîşa li ser Til Rifatê de pêk anî, siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd didomîne.

KCDK-Ewropa bang li her kesî kir ku li dijî van êrîşên nemerd li her cihê lê ne sibe saet 17:00’an dakevin kolanan û rûyê dewleta Tirk a hov teşhîr bike.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin ku li dijî van komkujî û rewşên wiha bibin xwedî helwest.

Leave a Reply

Back to top button