Platforma Ekolojiyê 75 dar bi boneya 4’ê Nîsan li hemû navçeyan belav kir

Platforma Ekolojiyê ya Jinan bi boneya Rojbûna Rêber Apo bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li her navçeyekê 75 dar belavkirin.
Bi vê yekê re li hemû deverên kantona Cizîrê dar hatin çandin.

Di çarçoveya Pêngava Navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo li seranserî kantona Cizîrê dar hatin çandin.

Ev insîyatîf ji aliyê Platforma Ekolojiyê ya Jinan bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Di daxuyaniya platformê de wiha hate gotin:

“Pêngav ji 8`ê Çileyê dest pê kir û heta 4`ê Nîsanê berdewam kir.

Em tax bi tax geriyan û me bang li her kesî kir ku ji qirkirina li dijî xwezayî baldar bin.

Îro jî bi boneya rojbûna Rêber Apo 75 dar li hemû navçeyan hate belavkirin da ku werin çandin.”

Piştî daxuyaniyê, jinan dest bi çandina daran li navenda PYD`yê ya li taxa Asûr kirin.

Li hemû navçeyên Cizîrê dar hatin çandin

Li aliyekî din, 200 darên mişmiş, zeytûn û merx li Partka Şehîd Sosin a li navenda navçeya Til Temirê hatin çandin.

Li navçeya Tirbespiyê jî 150 dar li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur û Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin çandin.

Li Akademiya Şehîd Ferhad Dêrikê jî dar hatin çandin.

Li wir Seroka Desteya Jin Adalet Omer axivî û got:

“Rêber Apo bi firkir û felsefeya xwe jiyana me û tevahî gelên bindest ronî kir.

Bi heman wesîleyê şêniyên navçeya Til Birakê bi beşdariya şervanên QSD û endamên saziyên sivîl 100 dar li Parka Şehîd Salih El Iwêd çandin.

Her wiha Endamên Kongra Star û saziyên civaka sivîl ên navçeya Çilaxa 100 dar çandin.

Back to top button