Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e

Bi boneya rojbûna Rêber Apo weke her sal, Kurdistaniyê li Bakurê Kurdistanê xwestin berê xwe bidin gundê Amarayê ku li wir jidayikbûye, pîroz bikin.
Lê ji ber ku Amara ji hêla leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin meş li navçeya Xelfetiyê bi hevdîtina gel re hate bidawîkirin.
Parlamenterê DEM-Partiyê Omer Ocalan û Hevseroka giştî ya DBP’ê ‘ê Çîgdem Ûçar li wir daxuyanî dan û gotin, dem dema azadiya Rêber Apo ye.

Gelê Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozkirina rpjbûna Rêber Apo îro berê xwe dan gundê Amara yê Xelfetiyê ku li wir jidayik bûye.

Tevî hemû cureyên astengkirinan jî gelek kesên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyê ewil li Taxa Elîgor ê navçeya Pirsûsê kom bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê, Berdevkê HDK’ê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdar bûn.

Kesên ji bo pîrozbahiyê hatin bahev, demekê li gel stranên kurdî govend gerandin.

Omer Ocalan: Di serî de Rêber Apo divê em bibin dengê hemû girtiyan

Di pîrozbahiyê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û diyar kir gelê kurd 40 sal in xwedî li serokê xwe derdikeve

Herwiha Omer Ocalan balkişand ser çalakiya girtiyan yên li zindanan û got:

“Di serî de Rêber Apo divê em bibin dengê hemû girtiyan.”

“Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe bikare bilîze divê hin hewldan bên kirin”

Paşê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û qala pirsgirêkên li welat tên jiyîn kir

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîr xist welat di nava arîşeyeke dijwar de ye û ev tişt anî ziman:

“Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe bikare bilîze divê hin hewldan bên kirin.

Fikrên birêz Ocalan li cîhanê tên nîqaşkirin. Li Rojava li cîhanê kurd li ser piyan e. Ev pirsgirêk bêçare nîne.

Kesên ku di vê pirsgirêkê de israr dikin bersiva herî mezin girtin. ”

Ji ber dorpeça leşker û polîsan girse nekarîn derbasî Amarayê bibe

Piştî daxuyaniyê girse ber bi Amarayê ve bi rê ketin.

Girseya ku gihiştî navçeya Xelfetiyê, derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê bû.

Meşa Amarayê bi civîna bi gel re bi dawî bû

Ji ber ku Amara ji hêla leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin, kombûna li avahiya rêxistinê veguherandin hevdîtina bi gel re.

Di çalakiyê de nivîsên Rêber apo ên têkildarî jiyana xwe û têkoşînê nivîsandî hatin xwendin.

Piştre jî welatiyên tev li hevdîtinê bûn, nêrînên xwe yên tiştên divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên kirin vegotin û hevdîtin bi dawî bû.

Li gundê Rêber Apo yê li Kobanê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Back to top button