Li gundê Elpelûr yê Kobanê ku Rêber Apo lê maye, 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e.
Bi vê buneyê xelkên herêma Firatê li pêş mala Rêber Apo a li gunêd Elpelûrê rojbûna Rêbertî pîroz kirin.

4’ê Nîsanê ji gelê kurd re, cejna rojbûna rojê ye.

Çimkê Ev roj, roja rojbûna Rêber Apo ye.

Her sal di vê rojê de, bi şahiyan rojabûna Rêber Apo tê pîrozkirin.

Îsal jî coşa û heyecana vê rojê xuya ye.

Bi vê buneyê bi sedan xelkên kantona Firatê berê xwe dan mala Rêber Apo yê gundê Elpelûrê a li rojavayê bajarê Kobanê.

Xelkên Kantonê li pêş mala Rêber Apo ya li gund bi şahiyekê rojbûna Rêbertî pîroz kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Arîn Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li tevahî gelê ku dilê wan ji bo azadiyên lê dide pîroz kir û got:

” îro 4’ê Nîsanê di şexsê Rêber Apo de, rojbûna tevahî gerdûnê ye.

Em li ser felsefeya Rêber Apo hatin rêxistinkirin û pêşxistin.

Rêber Apo em bi zane kirin, zanebûn hebûne û hebûn xwebûne, em jî anha xwebûnê dixwazin, ji bo ku em vê xwebûnê rizgar bikin, divê em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.

Arîn Kobanê bal kişand ser serkeftina bajarê Wanê û got:

“Gelê Baurê Kurdistanê di serkefrinê şaredarînên xwecihî de rojbûna Rêber Abdullah oclan pîroz kirin.

Dawiyê stran, helbest û goven ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin.

Back to top button