Dorpêça li ser gelê Mexmurê nayê qebul kirin

Welatiyên Silêmaniyê piştgiriya xwe ji berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê re ya li dijî hewildanên dorpêçkirinê re anîn ziman û gotin:
“Pêwîste Iraq dawî li dorpêça li ser Mexmûrê bîne”

Welatiyên Silêmaniyê dan zanîn ku nêzîkatiyên artêşa Iraqê ya li hemberî xelkê penaberên Mexmûrê nayê qebûlkirin.

Welatiyê bi navê Newzad Refîq da zanîn ku divê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî hewildanên dorpêçkirina wargeha Mexmûrê xwedî helwest bin.

Welatiyê bi navê Kemal Resûl jî da zanîn ku hewildanên artêşa Iraqê berovajiyê yasayên navdewletî ne û wiha got:

“Artêşa Iraqê ferman ji kê wergirtiye heta bi vî rengî êrişê ser wargehê dike.”

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Osman Guwêzereşî jî bang li rêxisitinên mafên mirov ên cîhanî kir ku helwesta xwe li dijî hewildanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê nîşandin bidin.”

“Iraq rastî tekoşîneke bêhempa hat”

Back to top button