“Iraq rastî tekoşîneke bêhempa hat”

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê got: Şêniyên Mexmûrê wê bi berxwedaniya xwe nehêlê ku Iraq planên Tirkiyê pêk bîne.

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara têkîldarî rewşa wargehê ya herî dawî de axivî.

Kara diyar kir ku gelê Mexmûrê tu caran li dijî zilmê serê xwe netewandiye û got:

“Hêzên Iraqê xwestin ku Wargeha Mexmûrê dorpêç bikin û îzole bikin.

Ev îzolekirin jî bi hevkariya dewleta tirk pêk tê. Zextên dewleta tirk li ser dewleta Iraqê hene.

Dixwazin ku gelê Mexmûrê weke amûrekî bi kar bînin.

Lê belê gelê Mexmûrê vê helwesta wan nepijirand û li hemberî vê derket.”

Yûsûf Kara: Berxwedanê pêşiya diyalogê vekir

Kara di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê re tê kirin.

Berxwedana ku tê dayin dê encamê bigire.

Li ser vê me xwest ku dergehê Iraqê vekirî bihêlin û bi muzakereyê çareser bikin.

Bi Iraqê re guftugofekî çêbikin û riyên çareseriyê peyda bikin.

Bi gelek rayedarên wan re hevdîtin çêbûn. Li ser vê me helwesta wan rexne kir.

Em dixwazin ku pirsgirêk bi vî şêwazî çareser bibe.

Yûsif Kara tekez kir ku şêniyên Mexmûrê wê bi berxwedaniya xwe nehêlê ku Iraq planên Tirkiyê pêk bîne.

14 rojin xelkên wargeha Mexmûrê li ber xwe didin

Back to top button