14 rojin xelkên wargeha Mexmûrê li ber xwe didin

Ev 14 rojin Penaberên Mexmûrê li dijî hewlên Artêşa Iraqê bi biryarin û li ber xwe didin.
Ji roja destpêkê heya niha penaberên wargeha Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane.
Di konên berxwedanê de li ber xwe didin.

Wargeha Mexmûrê qasî serpêhatiya xwe ya biêş, bi berxwedana xwe ket rojeva Kurdistan û cîhanê.

Ev 30 salin li dijî hemû eriş û hewlên dorpêçê li ber xwe didin.

Êdî bi berxwedaniya xwe tê naskirin.

Artêşa Iraqê ev 14 rojin hewl dide derdora wargeha Mexmûrê xendekan bikole, têl bike.

Penaberên Wargeha Mexmûrê, ji wê rojê ta niha li ber vê hewlê sekinîne.

Di 4 konên berxwedanê de li ber xwe didin.

“Iraq rastî tekoşîneke bêhempa hat”

Back to top button