Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê Erdogan komên çete yên girêdayê xwe li baregeha leşkerî ya Nisêbînê bi cih kirin.
Komên çete yên girêdayî artêş Tirk a dagirker li Nisêbînê li baregeheke leşkerî ku berê wek kampa penaberan bû hatin bicihkirin.
Piştî Erdogan got,
“Di demeke nêz de em ê bi awayekî berfireh operasyonan li dar bixin”,
Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bi ewle yên Bakurê Sûriyê dest pê kirin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Artêşa Tirk a dagiker komên çete ji Idlibê anîn û li gundê Dalê yê Nisêbînê bi cih kirin..
Ev zêdetirî çend roj in artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Girê Spî û Kobanê dike.