Meclisa Mabatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê bi mûnasebeta 15. salvegera şehadeta Şîlan Kobanê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê ji bo serketina mezin, li ser xeta şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.
Îro salvegera 15’emîn a şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê û 4 rêhevalên wê ye.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê bi mûnasebeta vê rojê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li goristana şehîdan a Til Hemîsê ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê أحمد العباوي Ehmed El-Ebawî ve xwendin.
Meclisa Malbatên Şehîdan hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û weha got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze Osmaniya nû pêk bîne, û di vê planê de çeteyên xwe jî bikar tîne.
Lê em weke malbatên şehîdan teqez dikin ku emê ti carî dest ji keda şehîdên xwe ya pîroz bernadin.”
Meclisa Malbatên şehîdan a Til Hemîsê diyar kir ku wê bi felsefeya Netewa Demokratîk bi biryardariyeke mezin, heta têkbirina dagirkerî û terorê û pêkanîna serkeftina mezin têbikoşin.