Li Kerkûkê ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn

Li Kerkûkê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, semînerek derbarê azadya jinê de hat dayîn.
Di semînerê de bal hate kişandin ser serweriya pergala kapîtalîst a li ser civakê û rol û misyona jinê di nava gelê Kurd de hate nirxandin.

Semîner ji aliyê Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Rûnak Mecîd ve hate dayîn.

Rûnak Mecîd anî ziman ku di dîroka mirovahiyê de, ya ku her kesî kom kir û li hev anî jin bû.

Rûnak Mecîd behsa serweriya sîstema kapîtalîst kir û wiha axivî:

“Sîstema kapîtalîst çiqasî hewl dide civakan bi dest bixe, ewqas jî hewl dide qezencan ji bo xwe kom bike.

Dixwaze rêveberî ji destê jinê bigre û bike ya xwe.”

Di dawiya semînerê de xelata ‘mertalê rûmetê’ ji bo Rûnak Mecîd hat dayîn û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatiye amadekirin li ser beşdaran hat belavkirin.

Li herêmê coşa nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê

Back to top button