Konseya Ewlekariyê bang li aliyên Filistînî û Israîlî kir ku agirbestê bin pê nekin

Konseya Ewlekariya ya Navdewletî bang li aliyên Filistînî û Israîlî kir ku agirbesta ragihandî ya piştî 11 rojên şer, bin pê nekin.

Konseya Ewlekariyê diyar kir ku divê her du alî bi temamî pabendî lihevkirina rawestandina şer bin û ji bo welatiyên Xezayê banga pêşkêşkirina lezgîn a alîkariyên mirovî kir.

Di çarçoveyê de, YE jî anî ziman ku divê ji bo çareserkirina hevrikiya bingehîn, guftûgoyên aştiyê werin lidarxistin.

Li Tel Ebîbê gel banga jiyana aştiyane dike

Li aliyekî din, bi hezaran Israîliyên Tel Ebîbê daketin kolanan û banga jiyana aştiyane ya digel Xezayê kir.

Back to top button