Artêşa Yemen: Li Meşceh 8 çekadrên Hûsî hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Artêşa Yemenê ragihand ku hêzên wan li navçeya El -Meşcehê 8 çekdarên Hûsî kuştin.

Navendê diyar kir ku duh li eniya El Meşceh ya Yemenê di navbera Artêşa Yemenî û çekdarên Hûsî de şer rû da.

Di encamê de 8 çekdarên Hûsî hatin kuştin, panzera çekdarên Hûsî hate navbirin.

Her wiha navendê diyar kir ku hemwextê artêşa Yemenê, balafirên hevpeyman Erebî jî li Merib li niqteyên çekdarên Hûsiyan xistin.

Di vê êrîşa hewayî de jî mijarek çekdarên Hûsî hate kuştin.

Back to top button