Zozan Çewlîk: Bi hêza ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê dijmin têk bibin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk li ser 8′ Adarê Roja Jinan a Cîhanî axivî.
Fermandar Zozan diyar kir ku armanca wan ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û got:
“Bi mezinkirina çanda azadiyê civaka xwe biparêzin, ji nû ve ava bikin, civakbûn û azadiya xwe bigihînin hev.
Em ê bi hêza ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dijmin têk bibin.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ji ANF’ê re axivî.

Zozan çewlîk di despêka nirxandinê xwe de bandora şer ku li jinan kiriye nirxandin kir û got:

“Sedsala 21’an weke “Sedsala Jinê” tê pênasekirin.

Şerê cîhanê yê 3’yemîn li ser bingehê tunekirina derfetê azadiya tên pêkanîn.

Ji bo sekna rêxistinbûyî ya jinê bixin bin kontrola xwe tevlî nava hêzên artêşê hatine kirin.

Mînak tevî ku NATO rêxistinbûneke şer û hilweşînê ye, jinên nûnerên dewletê yên di nava NATO’yê de cih digirin dibêjin, “NATO em in”.

Ev nêzîkatî bi armanca êrîşkirina jinê ye û bi xeter e.”

Zozan Çewlîk: Di rastiya Kurdistanê de bi pêşengtiya Rêber Apo azadiya jinê pêş ket

Fermandar Zozan Çewlîk sedema armanckirina jin û pêşngtiya wê jî wiha nirxand:

“Di rastiya Kurdistanê de bi pêşengiya Rêber Apo azadiya jinê pêş ket.

Di êrîşên dagirkerî û tunekirinê de dijminên me rêxistinbûna jinê û pêşengên wan hedef digirin.

Li ser vî bingehî hem êrîşên leşkerî hem jî şerê taybet a piralî tê pêkanîn.”

Zozan Çewlîk: Armanca me ya yekemîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Fermandar Zozan Çewlîk armancên têkoşîna serdema nû jî wiha anî ser ziman:

“Di serî de li ser esasê azadiya Rêber Apo, dawî li dagirkeriyê bînin, parastina hebûna xwe, ji bo bidestxistina şoreşa jinê pêwîstiyek e, sedema hebûna me ye û armancên me yên sereke ye.”

Zozan Çewlîk: Bi mezinkirina çanda azadiyê civaka xwe biparêzin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk herî dawî got:

“Divê 8’ê Adara 2024’an têkoşîna azadiya jinê di asteke gerdûnî de bigihîne qonaxeke nû.

Em hêza ku jê digirin li çiya û deştan bi sirûdên serkeftinê tije bikin, bi mezinkirina çanda azadiyê civaka xwe biparêzin, ji nû ve ava bikin, civakbûn û azadiya xwe bigihînin hev.

Em ê bi hêza ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dijmin têk bibin.”

Back to top button