Cenazeyê şehîd Dr.Sebrî ber bi bakurê Kurdistanê ve hate oxirkirin

Doh bi beşdarbûna malbat, hevrê û beşek ji azadîxwazan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Dr. Abdulkadîr Sebrî Toprak ku ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin.

Di 29’ê Sibata 2024’an li Silêmaniyê Dr. Abdulkadîr Sebrî Toprak ku ew bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye bi êrişeke çekdarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin.

Doh, piştî 4 roj li ser şehîdkirina Dr. Sebrî Toprak, bi beşdarbûna malbat, hevrê û beşek ji azadîxwazan bi merasîmekê cenazeyê wî ji bo bakurê kurdistanê bajarê wê Bedlîsê were veşartin hate oxirkirin.

Tevî ku aliyê li pişta vê êrêşê tê zanîn jî, heta niha rayedarên başûrê kurdistanê derbarê kujêrê Dr. Sabrî de ti daxuyaniyeke nedane.

Di êrişa doh a li Silêmaniyê de endamekî HDP’ê şehîd bû

Back to top button