Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê bi daxuyaniyekê daxwaza lêpirsînê derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk anîne, kir.
Daxuyanî bi amadebûna dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên kampa Berxwedanê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî binpêkirinên kuştin, wêrankirin, dizîn, koçberkirin û guhartina demografî pêk tînin.
Her wiha dewleta Tirk sûcên wekî tecawiz, berê wan dan xwekuştinê û bi darê zorê zewicandin li dijî jinan pêk anîn.
Rêveberiyê bang li Netewyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku serokomarê Tirkiyê û çeteyên wî wek sûcdar nîşan bidin.
Daxuyanî bi sloganên li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.