Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê jî çalakî hebûn.
Li Şengal û Mexmûrê jin daketin qadan û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin.
Li Şengalê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî şahiyek pêk hat.
Bi slogana “Yekîtî û Têkoşîna Jinê Wê Pêşî li Fermanan Bigire, Xweseriya Şengalê Ava Bike” çalakî hat lidarxistin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çalakî organîze kir.
Jin Şengalî bi coşeke mezin tevlî şahiyê bûn û tekez kirin ew ê vê rojê bikin wesîleya Şengala xweser û azad.
Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi coş û moralekî mezin 8’ê Aadarê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê pêk hat.
Di şahiyê de Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Pakîstan Bîlen axivî, 8’ê adarê pîroz kir û hêvî ev roj bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.



