Li Tebqayê projeya çandina 10 hezar dar

Desteya Jîngehê ya kantona Tebqayê di çarçoveya projeya wê ya çandina 10 hezar dar de, hezar û 100 dar çandin.
Ji bo hefteya bê jî amadekariya çandina 500 daran tê kirin.

Ev pêngava yekemîn a çandina daran li kantonê ye.

Desteyê di serî de 600 şitilên daran li parastgeha Green çandin û hîna xebatên wê yên projeyê didomin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya kantonê Cemal Ebdulletîf axivî û got:

Wê desteye li heman parastgehê hefteya bê 500 şitilên din jî biçîne.

Şitilên ku tên çandin cûr be cûr in.

Deste di vê demê de hewl dide bi rêya danîna boriyên avdanê û tûrbînan avê ji bo daran peyda bike.

Her wiha cihên din ji bo çandinê tên amadekirin.

Hejmara giştî ya darên ku hatine çandin hezar û 100 e.

Back to top button