Li Reqayê 6 navedên Ambarên genim dest bi wergirtinê kirine

Komîteya Aboriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi wergirtina genim kir û heta niha 200 ton genim wergirtiye.

Komîte ji bo wergirtina genim 6 navendên wergirtina genim û ceh yên Bedir, Selhebiyê, Kebeş Xerbî, Şinîne, Kalita û Rafiqa li Reqayê amade kiriye.

Komîteyê heta niha 200 ton genim li gorî nirxê dawî yê rêveberiyê diyar kirî werdigre.

Li Minbic û Dêra Zorê dest bi wergirtina genim hat kirin

Her weha Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Minbicê û Dêra Zorê jî dest bi wergirtina genim kirine.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û rojhiletê Sûrî, nirxê buhaya wergirtina genim bi 315 L.S û ceh bi 150 L.S ragihandibû.

Back to top button