Ramî Ebdulrehman: Divê ev sûc wek sûcên şer werin binavkirin

Belê êdî bi dîmen û belge rastiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê êdî zelal dibe.

Ji xwe dîmenên dawiyê ku ji aliyê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ve hatî ragihandin jî her tiştî bi zelalî nîşan dide.

Rêveberê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman ji televsiona mere axivî û got: Di destê wan de belge hene ku 74 jin di girtîgehên çeteyên El Hemzat de ne û ev yek jî sûcê şere.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagir kirine, bi taybet li Efrînê li dijî sivîlan sûcên qirêjî pêk tînin.

Jin rastî sûc û binpêkirinên herî qirêjî tên.

Rêveberiya Çavdêriya Mafê Mirovan ya sûriyê Rami Abdelrahman îro tevlî bernameya Sanî Eşir ya televîziona me bû û li ser rewşa revandina jinan li Efrînê agahî da.

Rami Abdelrahman diyar kir ku kirinên dewleta tirk li Efrînê asta hovîtiyê jî derbas kiriye û wiha got:

Çete weke wehşan her tiştî talan dikin.

Dewletra tirk di bin navê Îslamê de tiştên herî xerab dike.

Herî dawî bûyereke din ya bi êş derkete holê ku rastiya çeteyan aşkere dike.

Ew jî revandina jinan e.

Jin tên revandin, tecawizkirin, bi darê zorê tên zewicandin û zewicandina di temenê biçûk de.

Ebdurehman anî ziman ku ev yek hemû bi armanca guhertina demografiya herêmê pêk tê û ev tişt anî ziman.

Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin dewleta tirk û çeteyên wê xelkê kurd dikujin û didin koçber kirin.

Bi sedan jinên hatine revandin, piraniya wan ji niştecihên resen ên Efrînê ne û Kurd in.

Ev jin hatine tecawizkirin û êşkencekirin, ev jî pîvanên mirovî û zagonên navneteweyî binpê dike.

Efrîn herêmeke kurdiye tu kes nikare wê yekê veşêre.

Ramî Ebdurehan ji televsiona mere dazanîn ku di destê wan de belge hene ku 74 jin li girtîgehên çeteyên El Hemzaet de hene.

Navê 74 jinên di destê çeteyan de li gel me belgekirî ne.

Ev yek jî sûcên şere.

em weke rêxistineke mirovî heta ji destê me were emê rastiya hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê aşkere bikin.

Back to top button