Li Efxanistanê 4 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin

Li Efxanistanê di encama 2 teqînên cuda de, 4 endamên hêzên ewlehiyê, hatin kuştin.

Li Kabûla paytext û wîlayeta Hilmind 2 teqîn çêbûn, di encamê de 4 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li aliyekî din û li gorî dezgehên ragihandinê yê Efxanî, duh çekdarên Taliban êrîşekî rêbendeke ewlehiyê ya li herêma Qedûz kir û li wir jî herî kêm 10 endamên hêzên navborî hatin kuştin.

Li herêma Xeznî û devera Îmam Suheyb jî, di 2 êrîşên cuda de, 18 leşkerên Efxanî hatin birîndarkirin.

Back to top button