Çalakiya greva birçîbûnê li zindan, Mexmûr û Yûnanistanê dewam e

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li zindanên Tirkiyê, Mexmûr û Yûnanistanê berdewam in.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê, di roja 51’an de bi biryardarî û bi koma 11’an didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Mexmurê di roja 30 de û çalakiya li kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî di roja 13 de li dar in.

Li Swêdê çalakiya greva birçîbênê hat destpêkirin

Bi heman armancê duh li Malmo, Goteborg û Helsîngborgê yên Siwêdê, Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kir.

Çalakî wê 3 rojan bi tevlîbûna 5 kesan dewam bike.

Di çalakiyê de, Berdevka Partiya Çep a Helsîngboûrgê Rebecca Tellî beşdar bû û piştevaniya xwe bo çalakiyê nîşan da.

Li paytexta Fînlanda Helsînkiyê jî, çalakiya grevê ku 8’ê Çileyê dest pê kirî, hîna li dar e û çalakiya nobedê ya li Berlînê jî, di roja xwe ya 6’an de ye.

Back to top button