Sererkanên DYA û Rûsya li Fînlandiya civiyan

Sererkanê Amerîkayê Mark Milley û Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov li paytexta Fînlandiya Helsînkê civiyan.

Hevdîtina sererkanan ya li Helsînkê weke, dewama hevdîtinên piştî vekişîna DYA ji Efxanistanê pêk hat.

Milley têkildarî naveroka civînê ti agahî parve nekir.

Berdevkê wî Dave Butler jî got;

Di navbera lîderên leşkerî yên herdû welatan de, ji bo kêmkirina rîsk, oparasyonan û başkirina peywendiyan hevdîtin pêk hat.

Butler anî ziman ku alî li ser parvenekirina naveroka civînê hemfikirin.

Amerîka ji bo di her rewşê de bikare li Efxanistan êrişan pêk bîne, bi Ozbekîstan, Kirgizîstan û Tacekîstanê re di nava danûstandinan de ye.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov di daxuyaniya xwe ya meha Tîrmehê de ragihandibû ku ewê bicihbûna hêzên DYA li welatên cîranê Efxanistanê nepejirînin.

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin û berpirsên îstixbareta welat dibêjin, di nava 2 salan de wê El Qaîde û DAIŞ, li ser Amerîka gef bin.

Heta niha ji danûstandinên navbera Mosko û Waşîngton ti pêşketin xuya nakin.

Back to top button