Li Efganistanê..37 endamên “Talîbanê” li ser destê artêşa welêt hatin kuştin

Li Efganistanê, li ser destê hêzên artêşa welêt, herî kêm 37 endamên “Tevgera Talîbanê” hatin kuştin. 

Wezareta Parastinê ya Efganistanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku roja Yekşemê, li herêma Qendehar, hêzên ewlekariyê operasyonên bejahî û hewayî li ser nuqteyên Talîbanê pêk anîn.

Wezareta Parastinê diyar kir ku di encama vê operasyonê de, herî kêm 37 endamên “Tevgera Talîbanê” hatin kuştin.

Her wiha nêzî 90 motorsiklêtî hatin desteserkirin û jimareke mezin a çekan jî hat bêbandorkirin.

Back to top button