Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin

Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Uzeyyîr Kilinç, destnîşan kir ku tecrîd pîvaneke ne exlaqî û sûçekî li dijî mirovahiyê ye. 

Kilinç anî ziman ku tecrîd ne tenê pirsgirêka girtiyan e, lê ya hemû mirovên li Rojhilata Navîn dijîn, heta pirsgirêka Kurd û mijara tecrîdê çareser nebin dê pevçûn û qeyran bi dawî nebin.

Jixwe çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî vê tecrîda girankirî hatiye destpêkirin, bi vîneke xurt diçe ser û li zindanan 110 roj li pey xwe hiştin û niha ji aliyê koma 22’yemîn ve berdewam dike.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), çalakî di roja 89’emîn, li kempa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê çalakî 72 roj in li dar e.

Back to top button