Baregeha Amerîkî a li Bexdayê bi 7 mûşekan bû armanc

Baregeha Beled Cewî ya Amerîkî ya li bakurê Bexdayê û gundê Bû Hesan bi 7 mûşekan hatin armanckirin.

Şevê din, li dijî baregeha Beled El-Cewiyê ya leşerên Amerîkî li Bexdayê êrîşek pêk hat û 2 mûşekên Katyoşa li wir ketin.

Li gorî navenda ragihandina ewlehiya Bexdayê, her du mûşek ji gundekî parêzgeha Diyalayê hatin avêtin, lê ti ziyan çênebûn.

Di heman demê de jî, gundê El-Bû Hesen ê nêzî baregeha Amerîkî bi 5 mûşekan hat armanckirin.

Heya niha jî, ti aliyan ev êrîş li ser xwe negirtiye û 3 Adarê Amerîkiyek ji ber êrîşa li dijî bargeha Eyn El-Esed hatibû kuştin.

Back to top button