Li Qamişlo Mîhrîcana 1’emîn a Wêneyên Fotografîk bi dawî bû

Mîhrîcana 1’emîn a Wêneyên Fotografîk ku 12’ê mehê ji aliyê Yekitiya Wênegirên Fotografîk a Sûriyeyî li Qamişlo hatibû lidarxistin, duh bi belavkirina 3 xelatan bi dawî bû.

Di bernameya mîhrîcanê de çalakiyên curbecur hebûn.

Di nav de foruma zanistî li ser wênekêşiyê, vekirina pêşangehekê bi 100 wêneyên ji hêla 40 wênegirên fotorgrafîk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wêneyên ji Başûrê Kurdistan û dewleta Mexrib hebûn.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de pêşangeh hat vekirin.

Di dawiyê de navên di mîhrîcanê de bi ser ketine hatin xelatkirin.

Xelat ji aliyê Endama rêvebera Kongra Star û hevserokê Yekitiya Wênegirên Fotografîk a Sûriyeyî û rojnamgerê Sûriyeyî Ehmed Mihemed hatin belav kirin.

Rojnamger Sorgul Şêxo ji ajansa JINHA bi çîroka wêneyê xelata yekemîn wergirt, wênegirê fotografîk Beha Mehmûd xelata wêneyê herî xweş wergirt û her wiha xelata kedê jî wênegirê fotografîk Ebdulqadir Sosek wergirt.

Back to top button