Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 rewşên nû yên Coronayê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 45 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê hatin tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 45 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.

Ew jî;

  • 11 li Dirbêsiyê
  • 9 li Qamşlo
  • 7 li Hesekê, 7 li Girkê legê
  • 6 li Dêrikê
  • 3 li Şehbayê
  • 2 li Rimêlan

Desteyê diyar kir ku 9 kesên din ji vîrûsa corona jî rihet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 783’an, 238’an ji wan baş bûne û 42’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button