Aliyên Lîbî diyalogan li Mexribê didomînin

Aliyên Lîbî diyalogên xwe piştî rawestîna rojekê li paytexta Mexrib Ribatê dewam dikin.

Aliyên Lîbî van doyalogan didomînin û amadekariya guftûgoyên Cinêv ên çereserkirina aloziyê dikin.

Berdevkê artêşa Lîbî Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku dewleta Tirk jimareke çeteyên Sûrî û Somalî veguhastiye devera Heşiye û Qedahiye, da ku derbasî Cefrayê bibin.

El-Mismarî teqez kir ku wan ji 8 Hezîranê de operasyonên leşkerî yên bejahî, deryayî û asmanî li rojavayê Sirt û Cefrayê rawestandine û got:

“Me li gorî destpêşxeriya Qadîreyê şer rawestandiye, lê heke êrîş bên kirin, em amade ne ku bersivan bidin.”

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî berî niha teqez kiribû ku Tirkiye zêdeyî 350 çeteyên temenbiçûk ji Sûriyê veguhastibûn Lîbyayê ku ji wan nêzî 34 di şer de hatibûn kuştin.

Back to top button