Li dijî penaberên Sûrî belavokên” Li welatê xwe vegere” tên belavkirin

Di demên dawî de nîjadperestiya li dijî penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê zêde bûn.

Li dijî penaberên Sûrî belavokên ”Li welatê xwe vegere” tên belavkirin. Her wiha gefa kuştinê li wan tê xwarin.

Ji bo wan digot ew birayên me ne himbêza me ji wan re vekiriye û ew ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn.

Hem ew kirin çete û hem li ser wan per qezenc kir.

Yên mijara gotinê ne, Penabaerên Sûrî yên li Tirkiyê ne…

Di demên dawî de, nêzîkatî û gotinên nîjadperestiyê li dijî penaberên Sûrî yên li Tirkiyê zêde bûn.

Ji kuştin bigere heya heqaretê….

Li Dîlokê belavokên bi zimanê erebî ku li ser hatiye nivîsîn,

“vegere welatê xwe, em pêşwaziya gelê Sûriyê nakin”, hatin belavkirin.

Ne tenê belavkirina belavokan, gefa kuştinê jî li wan dixwin.

Li bajarê Hatayê ciwanên Tirk bi awayekî hovane li du ciwanên Sûrî xistibûn û ji wan re gotibûn:

“Heke hûn vengerin welatê xwe, em ê we bikujin.”

Rewşa nîjadperestiya li dijî Erebên li Tirkiyê ne nû ye, heta li dibistanan jî nîjadperstî tê pêşxistin.

Pirtûkên dibistanê zarokan fêr dikin ku Ereban hêviyên wan têk birin.

Roja îro ji bo dûrxistina Ereban têgeha “Tirkên resen” tê bikaranîn.

Nîjadperestiya li Tirkiyê ne tenê li dijî beş an nasnameyekê, lê belê li dijî her welatiyekî ne Tirk pêk tê.

Ev Nîjadperestî piştî ku rojnamevan û çalakvanên Sûrî yên li dijî siyasetmedar û muxalifên Tirk ku rola neyinî dilîzin, zêde bû.

Li gorî daneyên NY, li Tirkiyê hejmara herî zêde ya penaberan Sûrî ne û zêdetirî 3,6 milyon e.

Back to top button