Li dijî planên Erdogan ên guhertina demografiya Bakurê Sûrî, Misir bang kir

Nûnerê welatê Misirê li Konseya Ewlekariya Navdewletî bang kir ku rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina demografiya Bakurê Sûrî bê girtin.

Di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya der barê Sûriyê de, Nûnerê Misirê Mihemed Idrîs diyar kir ku niha hin alî ”Mebesta wî jî dewleta Tirk” dixwazin Bakurê Sûrî bikin bin desthilata xwe de û planên xwe li wir bi cih bînin.

Idrîs destnîşan kir ku ji van planan guhertina demografiya Bakurê Sûrî ye.

Mihemed Idrîs her wiha, banga rêkarên li dijî dewletên ku îro piştgirya komên çete li Sûriyê dikin û bûne sîwana van çeteyan a siyasî, ji xwe li vir jî îşaretê bi dewleta Tirk dike.

Beriya çend rojan jî wezareta Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji bo derxistina tevliheviyan li Misirê, dewleta Tirk piştgirya terorîstên li Misirê dike.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button