Freedom House rapora xwe ya salane weşand

Saziya Ramanê Freedom House rapora xwe ya salane eşkere kir.
Di raporê de bal tê kişandin li ser rewşa maf û azadiyan ya li Cîhanê.
Her wiha di raporê de qala zextên desthilata Tirkiyê yên li ser siyasetmedar û rojnamevanan jî tê kirin.

Saziya Ramanê, Freedom House ya ku Amerîka piştgiriya wê ya darayî dike rapora xwe ya salane a li ser asta navnetewî weşand.

Di raporê de rewşa maf û azadiya ramanê ya li gelek welatan zextên li ser muxalefetê jî hatiye nirxandin.

Tê diyar kirin serokên desthilatên li Polonya, Kampoçya, Tirkiye, Guatemala û Zimbabve nahêlin ku muxelefeta siyasî di şertên wekhev de xebatên xwe bimeşînin.

Her wiha di raporê de tê ragihandin ku ji ber buyerên sala 2023’an ku bandor li hilbijartinan kirin, li seranserê cîhanê demokrasî bi paş ket.

“Li Tirkiyê siyasetmedar û rojnamevan di bin zexta desthilatê de ne”

Di vê mijarê de li ser rewşa Tirkiyê jî wiha tê gotin,

“Rêbazên ku hilbijartinên azad û adil dikin hedef herdem yekser di hilbijartinan de bi ser nakevin û bandorê li têkoşîna adil ya siyasî dikin.

Li Tirkiyê çavkaniyên dewletê û medyayê ji aliyê desthilatê ve weke zextekê li ser muxalefetê tê bikaranîn. Hilbijartinên li Tirkiyê ji ber zextên li ser lîderên siyasî û rojnamevanan û bikaranîna çavkaniyên dewletê di bin zexta AKP’ê de ye.

Maf û azadî li 52 welatan bi paş ket

Di raporê de tê destnîşankirin ku li 52 welatên mafên siyasî û azadî bi paş ketiye û li 21 welatan jî hinek baş buye.

Her wiha di raporê de tê diyar kirin ji sedî 38 nufûsa cîhanê li welatên ku azadî lê tune ye, ji sedî 42 li welatên ku azadî lê qismî heye û ji sedî 20 jî li welatên ku azadî lê heye dijîn.

Back to top button