Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Kuştina Xelîl sûcekî şer e, divê hesab ji dewleta Tirk bixwazin

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê kuştina zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê wekî sûcekî bazirganiya mirovan bi nav kir û piştrast kir ku ji 2011’an ve 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Her wiha li gundê Qeregulê yê Bilbilê jî çeteyan hewl da darên zeytûnê bibirin, lê ciwanên gund rê nedan wan.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Îbrahîma Şêxo kuştina zarokê bi navê Xelîl Nîhad Şêxo yê 16 salî û diziya endamên laşê wî ji aliyê artêşa Tirk ve, wekî sûcekî bazirganiya mirovan bi nav kir û got:

Divê rêxistinên navnetewî û mafên zarokan hesabê ji Tirkiyê bixwazin’.

Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku ji 2011’an ve û heta niha 464 welatiyên Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Tenê di Tîrmehê de 78 şênî hatine revandin

Şêxo destnîşan kir ku di Tîrmeha borî de li Efrîna dagirkirî îstixbarat û çeteyên dewleta Tirk nêzî 78 şênî jê 4 jin, revandin.

12 sivîlên din, jê jinek bi giranî êşkence kirin û çarenûsa 3 zarokên wendayî ne diyar e.

Çete milkên şêniyan didizin, xwezayê jî talan dikin

Her wiha Şêxo ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, mûsima simaq û gûzan ji gundên Mabatayê didizin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku çete di navbera gundê Hec Qasimo û gundê Misteşûra hewl didin rêyeke çiyayî vekin û daran bibirin..

Ciwanên li gundê Qeregulê li dijî kirinên çeteyan rabûn

Li aliyekî din, heman rêxistinê ragihand ku li gundê Qeregulê yê Bilbilê jî çeteyan hewl da darên zeytûnê yên şêniyan bibirin, lê ciwanên gund li dijî çeteyan rabûn û rê nedan wan.

Rêxistinê eşkere kir ku şêniyan bi gopelan êrîşî çeteyan kir û jimarek ji wan birîndar kirin.

Çeteyan jî soz tplhildanê da..

Back to top button