Rêveberiya Xweser: 4 kesên din li Şehbayê bi vîrûsê ketin

Desteya Tendurstiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 4 rewşên nû yê vîrûsa coronayê li herêma Şehbayê derket. Bi derketina van rewşan, jimara giştî li herêmê dibe 54 kes.. Li aliyê din jî ji bo pêşlêgirtina belavbûna vîrûsê li navçeya Ehresê, biryara nederketina derve hat ragihadin..

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi zêdebûna belavbûna vîrûsa coronayê, zingilê xeterê lê dide.

Îro jî, Desteya Tendurstiyê ragihand ku 4 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin.

Li gorî Hevserokê Desteya Tendurstiyê Dr. Ciwan Mistefa ev 4 rewşên nû 3 jin û zilemek li herêma Şehbayê ne..

2 ji wan li Til Rifet, rewşek li Kefer Naya û yek jî li Ehresê ne..

Rêveberiya Xweser duh jî ragihandibû ku li herêmê 20 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku kesê jiyana xwe jidestdayî 60 salî û li herêma Şehbayê ye.

Rêvberiyê her wiha anî ziman ku kesekî berî niha li Qamişlo bi vîrûsê ketibû, baş bûye.

Li herêmên Rêveberiya Xweser, jimara pêketiyan bû 54 kes

Bi van pêketiyên nû re, heta niha li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî 54 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Bi derketina vîrûsê li herêmê jî tedbîrên xweparastinê tên girtin..

Biryara nederketina derve li navçeya Ehresê hat ragihandin

Şaneya Aloziyê biryara nederketina derve li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ragihand.

Li gorî Şaneyê, yek ji nexweşên vîrûsê, li navçeya Ehresê bi şêniyan re danûstandin kiriye, ji ber wê biryara nederketinê hate ragihandin û dest bi testan hatiye kirin..

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî balafirxaneya Qamişloyê sedema sereke ya derbasbûna vîrûsê ji bo herêmê dibîne..

Back to top button