Ji bo dirêjkirina qedexekirina çekan li ser Îranê, Amerîka pêşnûmeyekê radestî ny dike

Rêveberiya Amerîkayê girêdayî dirêjkirina qedexekirina çekan li ser Îranê, hefteya bê pêşnûmeyekê radestî Konseya Ewlekariyê ya NY dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo anî zimên ku, bi çi awayî be, wê qedexeya çekan li ser Îranê were dirêjkirin.

Pompeo diyar kir ku tevî rikberiya Çîn û Rûsyayê jî, ew ji serkeftina dirêjkirina qedexeyê, bawer in.

Şanderê taybet ê Îarnê Brian Hook jî berî niha gotibû:

Trump bi zelalî gotiye, çekên nuklerî nakevin destên Îranê.

Li gorî biryayra Konseya Ewlekariyê ya jimar 2231, ambargoya çekan a li ser Îranê ji sala 2017’an ve dest pê kiriye û 18 Cotmeha 2020’an jî, wê bi dawî bibe.

Back to top button