Yûnanistan, hêzên xwe li giravên deryaya Îgayê belav dike

Dezgehên ragihandinê yên Ewropî ragihand ku Yûnanistanê, li dijî Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî, dest bi gavin leşkerî kiriye.

Hikumeta Yûnanistanê duh ragihand ku, ji ber belavkirina hêzên Tirkî li peravên li beramber giravên Yûnanistanê, wan jî hêzên xwe li giravên Deryaya Îgayê belav kirine.

Hikumeta Yûnanistanê teqez kir ku heta dewleta Tirk hêzên xwe nekişîne, wê hêzên wan li van giravan bimînin.

Aloziya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de her ku diçe kûrtir dibe, di demekê de ku hewldanên Ewropî, ji bo çareserkirina vê aloziyê bi rengekî aştiyane, tên kirin.

Parlammenterên Fransî endamtiya Tirkiyê a YE’ê qebûl nakin

Li aliyê din, 27 parlamenterên Fransayê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku dewleta Tirk tev li YE`yê nekin.

Parlamenterên Fransayê di daxwaznameya ku pêşkêşî YE’ê kirine, piştrast kirin ku Erdogan lîstokeke gelek xeternak dilîze.

Parlamenteran diyar kirin ku Tirkiyê bi rêya xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Derya Spî û gef li Yewnanistan û Qibrisê xwar, herêm dixe xeteriyê.

Back to top button