Li Silêmaniyê eniyeke hevbeş li dijî dagirkeriyê hat avakirin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 9 enî û grupên cuda civiyan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eniyeke hevbeş ava kir.

Li sînemaya Salin a Silêmaniyê Eniya Piştevaniya Efrîn, Eniya Piştevaniya Rojava, Desteya Hawkarî Efrîn, Dengî Nîştiman, Jinanî Başûr, Grupa Wijdan, Gruba Aştî, Destey Bergirî li Xak û Destey Destpêşxerî Konferansî Nîştimanî li hev civiyan.

Di civînê de, bi awayekî demokratîk û li ser dengê hemû beşdaran, tevahî grup hatin hilweşandin û eniyeke hevbeş û berfireh li dijî dagirkeriyê hat avakirin.

Her wiha bernameyek ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk hat diyarkirin û komîsyonek ji 11 kesan ji bo birêvebirina kar û çalakiyên eniyê, hat avakirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev yekem car e eniyek bi rengî li dijî dagirkeriyê tê avakirin ku nûnerên piraniya rêxistin, aliyên siyasî, çalakvan, akademîsyen û beşên cuda yên civakê digire nava xwe.

Back to top button