Di nava 48 saetan de 300 kes dersînorî Sûrî hatin kirin

Dewleta Tirk pêkanîna sûcan li herêmên dagirkirî didomîne.
Di serî de guhertina demografiya wan herêman.
Vê carê bi rêya paneberên sûriyeyî yên ku derbasî herêmên dagirkirî dike û li wir bi cih dike.
Tenê di nava 48 saetan derbasbûyê de 300 penaberên sûriyeyî bi darê zorê veguhestin Sûriyeyê.

Planên qirkirin û guhertina demografîk ku dewleta Tirk li dijî Kurdên li Sûriyê pêk tîne, êdî ji her kesekî re eşkere ne.

Rejîma Tirkiyê bi serokatiya Erdogan li pêşberî çavê her kesî van planan pêk tîne.

Ji vê xwiya dibe Erdogan polîtîkeya tinekirina Kurdan dike, bêyî kes bipirse an hesab jê bixwaze.

Piştî hilbijartinên 28′ê Gulana sala derbasbûyê Tirkiyê dest bi vegerandina bi darê zorê ya penaberên sûriyeyî kir.

Van penaber û malbatên çeteyan ber bi herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve dişîne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR):

Dewleta Tirk di 48 saetan de zêdetirî 300 penaberên sûriyeyî dersînor kir.

Ev yek da ku di çarçoveya guhertina demografîk de li Sûriyeyê werin bicihkirin.

Navendê da zanîn ku desthilata Tirk beriya çend rojan penaberên sûriyeyî ji kar derxistin.

Bêyî ku li belgeyên wan binêre û ew radestî navendên li ser sînor kirin.

Piştre jî di deriyên sînor ê Bab El Hewa û Bab El Selame şandin Sûriyeyê.

SOHR`ê derbarê kiryarên Tirkiyê li hember koçberan dike ev agahî da:

“Li wan navendan mirov êşkenceya derûnî û bedenî tên ku hin caran digihêje kuştinê.

Her wiha wan neçarî karên din mîna, kolandina xendeqan û komkirina keviran têne kirin.”

Dewleta Tirk di sala 2022’an pilana xwe ya bicihkirina milyon penaberên Sûrî li herêmên dagirkerî eşkere kir.

Hemwextî van rastî û belgeyan, civaka navdewletî ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re gûhertina demografîk nedîtî ve tê.

Back to top button