Rêveberiya Xweser: Êrişên li ser Başûr û Rojava dewma qirkiirnê ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk aniye şermezar kir. Di daxwiyaniyan de hat gotin:
“Pêwîste helwestên zelal û cidî ji bo sînordarkirina van êrîşên dagirkeriyê derkevin .”
Hat tekezkirin ku Civaka navneteweyî û NY berpirsiyarên vî karê terorîstin .

Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk aniye, Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke nivîskî da.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku eşkere ye ku dewleta Tirk bi pêkanîna komkujiyan ketiye qonaxeke nû ya binpêkirinan û ev got:

Piştî civîna sêalî ya li Tehranê, Tirkiyê rasterast komkujiyek li Zaxoyê pêk anî.

Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk polîtîkayeke din a qirkirinê ferz dike.

Ev siyaset û êrişên Tirkiyê bi giştî, dewama qirkirin û komkujiyan e.”

Rêveberiya Xweser: Divê Başûr, Iraq û hêzên siyasî helwestên tund nîşan bidin

Rêveberiya Xweser dawiya daxuyaniya xwe ev peyam da :

” Divê Hikûmeta Iraqê û partiyên siyasî helwesteke cidî nîşan bidin û rastiya dewleta Tirk derxînin holê.

Ji ber ku bêdengî rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk vedike. ”

TEV-DEM`ê: Dewleta Tirk careke din sûcê tirsonak pêk anî

Bi heman armancê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî daxuyaniyek da.

TEV-DEM`ê anî Ziman ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk komkujiyan li dijî sivîlên Kurd û Ereb pêk tîne û ev got:

“Dewleta Tirk a dagirker careke din sûcên tirsonek pêk anî.

Ev yek niyeta xirab a hikumeta AKP`ê ya terorîst nîşan dide.

Ev siyasetên qirêj encama lihevkirinên bi hin ailyên Iraqî û Kurdî re ne.”

TEV-DEM`ê tekez kir ku civaka navneteweyî û NY berpirsên vî karê terorîst in û ev bang kir:

“Em bang li aliyên herêmî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin.

Û bang li hemû civak, hêzên siyasî û nîştimanî dikin ku di yekkirina helwestên exlaqî de bi biryar bin.”

Back to top button