Gelê Iraqê bi hêris daketin kolanan û alên Tirkiyê şewitandin

Li dijî komkujiyê, gelê Iraqê helwestek tun nîşan dan û bi hêrs berê xwe dan balyozxaneyên TIrkiyê yên li Iraqê.
Gel bi hêrs alên Tirkiyê anîn xwarê û şewitandin.
Û bi pêngavekê bang li hikumeta Iraqê kirin ku balyozxaneyên Tikriyê bigirin û balyozên Tirk ji Iraqê derxin. 

Di vê komkujiya dewleta Tirk de gelek zarok jî şehîd û birîndar bûn.

Ji bo vê, li seranserî Iraqê gel daketin qadan û bertekên tund nîşan dan.

Ciwanên Iraqê li dora balyozxaneya Iraqê kom bûn û bi hêrs dewleta Tirk şermezar kirin.

Ciwan ketin hindirê balyozxaneyê, ala Tirkiyê anîn xwarê û şewitandin.

Gel bi vê yekê sînordar nema, dawiya şevê agir bi balyozxaneya Tirkiyê xistin.

Komek ciwanên Iraqê li paytext Bexdayê jî ala Tirkiyê şewitandin.

Li vir ciwanekî Iraqî ku li beramberî vê komkujiyê bi hêrs bûbû, nasnameya xwe ya Tirkî jî şewitand.

Ne tenê ev..

Gelê Iraqê li ser medya civakî jî dest bi pêngavekê kir û tê de daxwaz kirin ku balyozê Tirkiyê ji Iraqê derkeve.

Îro jî li gorî agahiyan, wê gelê Iraqê li ber hemû balyozxaneyên Tirkiyê kom bibin û heman helwestê nîşan bidin.

Back to top button