2021″an 4404 koçber li peravên Spanya mirin

Di sala 2021’an de tirajediya koçberan li nava derya û rêwistiyê de yek ji mijarên herî zêde di rojevê de bû. Ji peravên bakurê Afrîka bi hezaran koçberî berê xwe dan, Ewropa. Rêxistinên sivîlan ragihand ku di nava sala 2021’an de, bêtirî 4 hezar û 400 koçberî dema dixwest bi rêya deryayê xwe bigihînin Spanya mirine. Ev jî tê wateya di nava her rojek 2021’an de, xeyalê 12 kesan di nava deryayê de bidawî bû.

Rêxistina sîvîl a Caminando Fronteras bi daxuyaniyekê bal kişand li ser trajediya koçberan a bi rêya deryayê ku berê xwe dan Spanya.

Rêxistinê diyar kir ku rêwitiya koçberan a 2021’an ku ber bi Spanyayê ve pêk anîn ji sala beriya wê du qat zêde bûye.

2020’an jimara koçberên ku dema dixwestin bi rêya deryayî xwe bigihînin Spanya 2,170 bû.

Ev jimar di sala 2021’an de 103 zêde bû û gihişt, 4,404 kesî.

Ev yek tê wateya ku rojane 12 koçber tenê li vê herêmê di avê de mirine.

Di nava sala dawî de yek ji rêya herî zêde dihat bikaranîn ya Okyanûsa Atlantîk û Giravên Kanarya yên li ser xetên peravên Fas-Senegalê bû.

2021’an 124 keştî yan botên koçberan ev rê bikar anîn.

Mirinên di vê rêya heyî de, ji sedî 91 yê mijara hatî eşkerekirin e.

Ji aliyê din ve Rêxistina Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sala 2021’an de li ser rêyên ji Bakurê Afrîkayê ber bi Spanyayê 1,255 kes mirine.

Her wiha hate diyarkirin ku jimara rastî ji ya hatî ragihandin dibe ku qat bi qat zêdetir be.

Rêxistina Caminando Fronteras jî dibêje helwesta welatên Ewropa ya li hember koçberan rê li ber wê yekê vedike ku koçber berê xwe bidin, Derya Spî.

Ji bo vê yekê jî Gravên Kanaryayê weke çavkaniya yekem tê dîtin û bûye sedema herî zêde ku koçber bimirin.

Back to top button