Çalakiya Sêmalka derbasî meha 4. bû lê PDK bersivê nade

Çalakiya malbatên şehîdana a li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe di roja 92. de dewam dike. Yekîtiyên TEV-DEM’ê yên yên Girkê Legê û Til Koçber ên bi ser Qamişlo beşdarî çalakiyê bûn.

Îro yekîtiyên girêdayî TEV-DEM’ê yên navçeyên Girkê Legê û Til Koçer beşdarî konê çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Yekîtiya Kedkaran ê Girkê Legê Ebd-Elhelîm Hesen axivî û got:

“Tevî ku çalakî derbasî meha xwe ya 4’an bûye, lê hê jî PDK’ê daxwazên me red dike û cenazeyên şehîdan nade.”

Ebd-Elhelîm Hesen diyar kir ku çalakvan şev û roj li deriyê Sêmalka berxwe didin û peyama wan jî diyar e ku cenzeyan radest bikin.

Hesen di dawiyê de girtina deriyên sînor ji aliyê PDK’ê ve jî şermezar kir.

Her wiha çalakvanan diyar kirin dê çalakiya wan bidome heya ku cenazeyên zarokên xwe werbigrin.

Back to top button