Li zîndana Tirk Quran’a mele Qasim dersteser kirine

10’ê Kanûnê polîsên Tirk li Şirnex û Cizîrê bi ser malan de girtibûn û bi dehan kes girtibûn. Yek ji kesê ku hatibû binçavkirin jî Mele Qasim bû ji wê demê de di zîndanê de ye. Malbata Mela Qasim dibêje wan Qurana ku jê re şandîye hatîye desteserkirin.

10’ê Kanûna derbasbuyî li bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê piştî hedef nîşandana Wezîrê Karê Hundir ê Tirkîyê Suleyman Soylû, bi dehan kes hatin binçavkirin.

Yek ji kesên ku hatî binçavkirin Mela Qasim ê ku ji alîyê hemû civaka li wir ve tê hezkirin e.

Piştî ku Mela Qasim hat binçavkirin malbata wî çû serdana wî û bi tiştên sosret re rû bi rû man.

Derket holê ku hêzên deshilata faşîst, Quran’a ku ji Mela Qasim re hatîye rêkirin, nedane wî û desteserkirine.

Û heman demê av ê nadin Mela ku destnimêja xwe bigre.

Kurê Mela Qasim Nûredîn Yîgît diyar kir ku girtina bavê wî li dijî hiqûqêye, melatiya bavê wî ji aliyê şandeya dadgehê ve hatiye înkarkirin û wiha got:

“Li ku êşek, xweşiyek heba bavê min li wir bû. Armanca wî tenê ji mirovahiyê re xîzmet bû.”

Yîgît da zanîn ku piştî bavê wî hatîye binçavkirin jê pirsîne ku ”Çima civak ji te hezdike” ? û got: ”Ji Cizîrê heta Colemêrgê her kes dizane ku bavêmin Mela ye. Lê dadgehê ji wî re gotîye tû ne mela yî, mela nasnavê te ye.”

Nûredîn Yîgît: Ev du heftene dermanê mele Qasim nadin ê

Nûredîn Yîgît da zanîn ku Quran’a wî ji bavê xwe re şandîye hatîye desteserkirin û wiha berdewam kir: ”Bavê min nexweşe û anjîyo bûye. Ev 2 heftene dermanê wî nadinê.

Me Quran a ku jê re şandîye jî desteser kirine. Ev 24 roj in bavê min di girtîgehê de ye.

Wê rojê em pêre axivîn û ji me re got ku avê nadin min ku ez destnimêja xwe bigrim.

Parêzerê mele Qasim: Ti alîyê hiqûqî nîne ku mele Qasim girtî bimîne

Têkildarî mijarê parêzerê Mela Qasim Sertaç Ozkan jî da zanîn ku ti ispatek nîne ku mele Qasim girtî bimîne û wiha axivî:

”Li hember mela nêzîkatîyeke taybet heye. Ji ber ku mela lêgerîna tazî qebûl nekiriye, rastî zexta fizîkî hatîye. Mela nexweşe û nabe ku di girtîgehê de bê ragirtin.

Ji ber ku mela di nav civakê de tê hezkirin û rêz lê tê girtin, rastî acizî ya hin alîyan tê.

Ev rewşeke sosret e, ne wicdanî ye û ti alîyê wî yê hiqûqî nîne.”

 

Back to top button