Buroya Hiqûqê a Sedsalê ji CPT xwest tavilê biçin Îmraliyê

Rêber Apo ku li Îmarliyê di bin tecrîdeke giran de ye, her dawî Adara 2021’ê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ew axaftin jî di nîvê de hatibû birîn. Ji wê demê ve agahî jê nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), da. Parêzeran ji CPT xwest ku tavilê serdana Îmraliyê bikin.

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş, nayê girtin.

Her wiha rê nayê dayîn ku malbat û parêzer jî biçin Îmraliyê.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê Kanûna 2021’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û got,

“Ji bo dawî li zerarên ji ber binpêkirina xala 17’an a destûra bingehîn (qedexeya êşkenceyê) bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin li gorî xala 73’an a rêziknameya navxweyî biryara tedbîrê bê wergirtin.”

Parêzeran di 24’ê Kanûnê de giliyê dozger û dadgerên pêwendîdar li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) kir bi hinceta ku li dijî qanûnê wezîfeya xwe bi nebaşî bi kar tînin û li pêşiya bikaranîna maf dibin asteng.

Parêzeran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan û bûyerên li Îmraliyê diqewimin weke ‘êşkence û kiryara xerab’ pênase kirin.

Daxwazên ku ji CPT’ê hatin kirin wiha ne:

*Komîteya we bi lezgînî biçin serdana Girava Îmraliyê.

*Serdana parêzeran tavilê bê kirin û herdemî be.

* Serdana malbatê û parêzeran bi rêk û pêk werin kirin û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê ne bêne rawestandin.

* Li gel bicihanîna mafên serdanê her wiha mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were kirin.

* Astengiyên li pêşiya şandin û wergirtina name û faksan bên rakirin.

* Kiryarên nehiqûqî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin.

* Ji bo pêşîgirtina li êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên nebaş, tedbîr bêne wergirtin û bicihanîn.”

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Li aliyê din Parêzerên Rêber Apo Faîq Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo ku biçin Îmraliyê Rêber Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Back to top button