Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah E-Ebdullah merasîmekê oxir kir.
Şehîd Ebdullah El-Ebdullah 7’ê Kanûnê dema ku erka xwe bi cih dianî, şehîd bû.
Ji bo oxirkirina şehîd, li goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê merasîm hate lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale û Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ebdulsetar Hesekê axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û weha gotin:
“Şehîd rêya gelan ronî dikin û bi fedakariyên xwe, xakê li hember dagirkeran diparêzin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Dawiyê cenazeyê şehîd di nava siloganan de hat veşartin.