Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 85 roj in li ser pêyane

Xwepêşandan û çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin.
Li aliyê din dewleta îranê ku li hemberî serhildana gel têk diçe dest bi darvekirina girtiyan kir.
Her wiha 400 kesayetên navdar li dijî zext û girtinan bi nameyekî bertek nîşan dan û gotin:
Ger ev yek bi dawî nebe ew dest bi çalakiya rûnuştinê bikin

Di roja 85’an de serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi xwepaşandan û çalakiyên xurt dewam dike.

Xelkê bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya şermezarkirina dewleta Îranê de dikanên xwe venekirin.

Heman bajarî piştî merasîma oxirkirina Homen Ebdullahî yê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin gel bi girseyî meşiyan.

Di serî de jin û ciwan, li dijî dewleta îranê ya qirker û hêzên wê doh jî gel li kolanan bû.

Ciwanên bajarê Kerecê baragehên Besîcan dan ber agir.

Dewleta Îranê a qirker dest bi darvekirina girtiyan kir

Rejîma Îranê ku li hemberî xwesteka gel a azadiyê ketiya nava tirs û xofê, bi hemû awayên qirêj hewl dide serhildanê bifetisinê.

Bi destpêkirina serhildanê re gelek xwepêşandan hatin girtin û hemû jî bi darvekirinê re rû bi rû ne.

Hêjayî birxistinê ye doh dewleta Îranê a qirker yekem xwepêşandar bi darve kir.

Hate ragihandin dewleta Îranê bi awayekî resmî dest bi îdam kirina girtiyan kiriye.

Ev malbat ji wan yek malbate yê ku kurê wan yên bi nav Mohsênê Şêkari ku girtîbû hatiye îdamkirin.

Îranê hejmarek zêde tank şandin Belûcistanê

Li aliyê din dewleta Îranê hejmarek zêde tank şandin herêma belûcan

Hêjayî gotinê ye di destpêka serhildanê heya niha de gelê belûc bi dijwarî li dijî dewleta Îranê rabû û piştgirî da gelê Kurd.

400 Kesayetan li dijî zext û girtinan bertek nîşan dan

Li aliyê din di van serhildanan de heta niha gelek hunermend, çalakvan, rewşenbîr jî bi hêceta piştgiriyê hatine girtin.

Ev girtinên ku ji hêla rejîma Îranê ve didome bûn sedemê nerazîbûnan.

400 sînemager, hunermend, çalakvan, rewşenbîran bi nameyek vekirî ku radestî desteya rêveber ya sînema û lêjneya parastina yasayî û dadweriya derhênerên filman kirin û gotin:

“Em amade ne soza ketina çalakiya sinemayê bi cih bînin.”

Sînemagerên Îranê roja 5’ê Kanunê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ger zext û girtin bi dawî nebe, ewê li ber deriyê sînemayê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.

Back to top button