Artêşa Tirk û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li gundên rojhilatê bajarê Kobanê dewriyeke hevbeş pêk anî. Dewriya hevbeş ji 4 panzêr û 2 balafirên Rûsî pêk tê.
Dewriya Tirkî-Rûsî ji gundê Xerîb ê rojhilatê bajarê Kobanê, dest pê kir.
Tê payîn ku dewriye di gundên Xerîb, Elîşar û 6 gundên din re derbas bibe û dîsa li gundê Xerîb bi dawî bibe.
Dewriya hevbeş di çarçoveya lihevkirina Soçî ya 22’ê Cotmeha 2019’ê pêk tê.