Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara miriyan bû 1518

Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rojane hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê dikevin, zêdetir dibe. Li hemberê vê rewşa neyînî jî, mixabin aliyên peywendîdar li Tirkiyê hîna jî bi xemsarî tev digerin.

Wezîrê Tenduristiyê yê dewleta Tirk Fahrettîn Koca, diyar kir ku di 24 saetên dawî de, 115 kesên din bi vîrûsê mirin.

Heya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jimara giştî ya miriyan bû hezar û 518 kes.

Li Başûrê Kurdistanê, jimara nexweşan bû 335

Her wiha wezareta Tenduristiyê yê Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku “jimara pêketiyên vîrûsa Coronayê weke bîlançoya dawî, gihaşt 335 kesan”.

Wezareta Tnduristiyê ya Îranê: 24 saetên dawî, 1512 kes bi vîrûsê ketine û 94 jî mirin

Wezareta Tenduristiya ya Îranê jî, di nava 24 saetên dawî de, hezar û 512 kes bi vîrûsê ketine û 94 jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi vê yekê, jimara giştî ya pêketiyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû 76 hezar û 389 kes û jimara giştî ya qurbanan jî gihaşt 4 hezar û 777an.

Endama Meclisa Şaredariya Tehranê, da xuyakirin ku li Tehranê rojane bêtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest didin, lê Wezareta Tenduristiyê jimarên rast nade.

Back to top button