Wezareta Tendursitiyê ya Hikumeta Şamê duh, pêketina 4 kesên din bi vîrûsa Coronayê li welêt ragihand, wiha jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine, bilind bû û gihişt 33 kesan.
Îro jî alîkariyên tenduristî ji Çînê gihaştin balafirgeha Şamê.
Wezareta Derve ya hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê spasiya Çînê kir û ev yek bi gaveke rastîn bi nav kir.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Çînî yê li Şamê diyar kir ku “welatê wî wê beşekî din jî bişîne.